Li Xarpêtê bûyera trafîkê: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê kurdistanê du otomobîlan li hev dan û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Îro Sêşemê 21ê Adara 2023yan  li ser rêya ku diçe Meletî li parêzgeha Xarpêtê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bû nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Li gor agahiyan rewşa tendirustiya birîndaran libare.