Ji Wezareta Navxwe hişyariya geşt û seyranê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê haydariyê dide welatiyan ku dixwazin biçin seyranê û dibêje her kesên ku ji bo geşt û seyranê ji mal derkeve dê dest bi ser otomobîla wan de bê girtin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke ragihand ku di çarçoveya nehîştin û rûbirûbûna nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) de bila welatî li malên xwe de bimînin û dernkevin derve.

Derbarê derketin û seyranê de haydariyê dide welatiyan û dibêje her kesê ku ji bo geşt û seyranê ji mal derkeve dê dest bi ser otomobîla wî de bê girtin û dê cezaya maddi bi ser wan de bisepînin. 

Herwiha parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî ragihand ku ew dîmenên hatine belavkirin ku qaşo xelkê Silêmaniyê pabendî rênimayan nebûne û derketine geşt û seyranê nerast in.

Heval Ebûbekir dibêje ku ragirtina hatinûçûnê li parêzgeha Silêmaniyê bi başî birêve diçe û  ti kesê serdana seyrangeh yan cihên giştî nekiriye.

Li Herêma Kurdistanê, her sal bi hatina 21ê Adarê Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, betlanaya fermî tê ragihandin û tevî aheng û pîrozbahiyên li nav bajaran, hejmareke welatiyan bi boneya pîrozkirinê derdikevin geşt û seyranê, lê îsal ji ber rûbirûbûna virûsa koronayê ya cureya nû qedexeya derketina derve li seranserê Herêma Kurdistanê hate ragihandin.