PAK: Agirê Newrozê mizgînî û hêviya azadiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya Cejna Newrozê peyamak belav kir û di peyama xwe de dibêje: “Agirê Newrozê dê her li çiya û deşt û bajarên Kurdistanê pêkeve û Aagirê Newrozê  mizgînî û hêviya azadiyê ye.”

PAKê diyar kir ku îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê û parastina xelkê ji vê vîrusê ku em ew bi awayên girseyî Newroza xwe pîroz nakin, lê di dilê her Kurd û Kurdistaniyekî de dê agirê Newrozê pêkeve,  agirê Newrozê her li çiya û deşt û bajarên Kurdistanê dê pêkeve.

PAK bi hatina 21ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de dibêje: “Ji bo miletê Kurd Newroz rojeke nû, destpêka azadiyê û cejna netewî ya gelê me ye. Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, agirê Newrozê her dem bi cûreyên cuda cuda geş bûye ji bo azadiyê. Carina li serê çiyan, çarina di dile her Kurdekî de pêketîye agirê Newrozê.”

Di daxuyaniya xwe de PAK diyar dike ku agirê Newrozê doza azadiyê geş kiriye û dibêje: “Agirê Newrozê, li himberî zilma Deqak, bi berxwedan û serhildana Kawa, bi  ruhê bi hezaran gêncên Kurdan bilind dibe. Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn jî bûne ardûyên alaviya vî agirî. Kengî  ku ewrên reş û tarî xwestibe  welatê me bifetisîne, agire Newrozê rêya azdiyê ronî kiriye, hêviyên me geş kiriye.”

Di beşeke din a peyama PAKê de hate gotin: “Ti şika me tuneye û divê tunebe jî ku ti hêz û ti kes dê nikaribe rê li ber azadiya Kurdistanê bigire. Bi hêvî, bi dilsozî û bi xebateke bê westan em dê mihaqeq bi ser kevin. Em bi van hest û bîr û baweriyên xwe Newrozê li gelê xwe pîroz dikin.”