Xelkê Efrînê: Aheng êdî xewn e

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkên Efrînê bi rewşa xwe ya zehmet ketine û ji ber ku piraniya wan koçber bûn û beşek ji wan jî xemgîn û dilşikestî ne, Newroza îsal li herêma wan nehate kirin.

 

Hejmarek ji koçberên gundên Efrînê vedigerin li ser mal û mulkên xwe û dibêjin, niha ahengên Newrozê li ba wan bûne xwen, ew bi tenê dixwazin ji mirinê rizgar bibin.

 

Di rewşeke wiha dijwar de, xelkê Efrînê bi êş û azarên xwe ketine ku cih û warên wan hatine wêrankirin, êdî li koçberiyê dê nikaribin şahiya Newrozê bikin.

 

Koçberên Efrînê, ku ji ber şer û pevçûnan, gund, bajarok û bajarê xwe bicî hiştin, her çi qas tirs di dilê wan de hebe û malên wan hatine talankirin jî hêdî hêdî vedigerin û naxwazin gundên xwe vala bihêlin.

 

Xelkê Efrînê dibêjin, tenê em dixwazin xwe û zarokên xwe rizgar bikin, ti derfeta şahiyê di destê me de nîne.

 

Koçberekî Efrînê wiha got: “Em hemû cotkarin, hezaran salan e ev axa me ye, me ji papîrên xwe wergirtiye. Berî sê rojan em li jêr zemînê bûn, topbaranek bi ser me hat encamdan. Niha aheng li ba me xwen e, em bi tenê dixwazin ku em van zarokan ji mirinê rizgar bikin.

 

Salên berê, Herêma Efrînê bi şahî û xweşî cejna Newrozê birêve dibirin, lê îsal dengê top û wêrankirinê rê neda ku ew şahiya xwe bibine serî.

 

Koçberekî Efrînê wiha dibêje: “Kevir li ser kevir nemaye, ez 4 rojan ji vir derketim.Hemû tiştên min jinav birin. Bi şev û roj êrîşî me dikirin, ji asman balafir û li erdê topxane.”