Newroza Amedê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir!

 

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê, ahenga Newrozê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Bi hezaran kes di bin tedbîrên tund de li cihê ahengê kom bûne.

Bîstek berê ahenga Newrozê li Amedê bi gotina sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Peyamnêrê Rûdawê Maşllah Dekak ragihand, bi hezaran kes di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de li cihê Newrozê kom bûne…

 

 

Welatiyên Amedê yên tevlî ahenga Newrozê bibûn, ji Rûdawê re axivîn û gotin, gelê Amedê bi pîrozkirina Newrozê, bersiva êriş, zext û zora li ser gelê kurd dide.

Welatiyekî jî got, diviya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî li vir bûya. Newroz li dijî zaliman, li dijî kafiran û li dijî dehakan e. Divê em li piya bin…

Welatiyên Amedê Newroza hemû beşên Kurdistanê pîroz kirin…