Li Erziromê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xinûsê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejeke ku navenda wê navçeya Xinûsa Erziromê ye çêbûye.
Erdhej saet 15:27an çêbû û bi hêza 4,4 pileyan bû û li bajar û navçeyên derdorê jî hat hiskirin.
Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 6,9 kîlometre bû.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.