Davutoglu ji ber Herêma Kurdistanê Çavuşoglu rexne kir
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdhejên ku navenda wan Mereş bû û bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, zêdetirî 100 dewlet û rêxistinên navneteweyî yan beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn yan jî alîkarî şandin. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî spasiya welatên ku alîkarî şandine kir, lê behsa Herêma Kurdistanê nekiriye û ev yek jî bû sedema nerazîbûnê hinek aliyên siyasî.
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, zirareke mezin gihandin 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Piştî erdhejan ji gelek welatan ekîbên alîkariyê çûn herêmên erdhejê.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber ku êdî proseya lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane bidawî bûye û xebatên rakirina paşmahiyên avahiya destpê kirine, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hêdî hêdî vedigerin welatên xwe. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî videoyek belav kir û spasiya welatên ku alîkarî şandine kir.
Di videoya xwe de Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo her welatekê bi zimanê wî welatî spasiyên xwe pêşkeş dike.
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustî û Navxwe yên Herêma Kurdistanê bû yekemîn tîm ku bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BFC) çû herêmê.
Di vê çarçoveyê de li gel tîmeke alîkariyê ya ji 40 kesan pêk dihat ambulans û pizîşk şandin Tirkiyeyê û piştre jî tîmeke rizgarkirinê ya ji 200 kesî, 30 ambûlans, 45 bijîşk, karwaneke alîkariyê ya ji 40 wesayîtan û zêdeyî sed makîneyên giran şandin bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo mexdûrên erdhejê yên li li hemû bajaran kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serdana devera erdhejê kir û di çadirên wan de bi mexdûrên erdhejê re civiya.
Lê tevî van jî Herêma Kurdistanê di videoya spasiya Wezareta Derve ya Tirkiyê de cih negirt.
“Çima we birayên me yên Kurd tine hesibandin?”
Ev helwesta Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji aliyê gelek siyasetmedar û kesên navdar ve hat rexnekirin. Yek ji wan serokwezîrê berê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bû.
Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê dipirse “Çima we birayên me yên Kurd tine hesibandin?” û bi Kurdî dibêje “spas”û destxweşiaya xwe pêşkeş dike.
Davutoglu dibêje: “Dema we bi zimanên tîmên ku ji bo alîkariyê hatine spasiya wan kiriye, çima birayên me yên Kurd tine hesibandin? Werin em jî spasiya xuşk û birayên xwe yên Kurd ên ku ji aliyê Wezîrê Derve ve hatine paşguhkirin, bi Kurdî bikin: Spas.”
Yardım için gelen ekiplere kendi dillerinde teşekkür ederken Kürt kardeşlerimizi neden yok saydınız?
— Ahmet Davutoğlu (@Ahmet_Davutoglu) February 20, 2023
Dışişleri Bakanı’nın yok saydığı Kürt kardeşlerimize de biz Kürtçe teşekkür edelim: Spas. https://t.co/qwpi5C4diw
“Tişta deshilatdariya nijadperestî kiriye cihêkarî ye”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya jî nerazîbûn nîşanî wê helwesta Wezareta Derve ya li hemberî alîkariyên ji Herêma Kurdistanê da û got: “Em hemû gelek spasdarê hemû gelên cîhanê ne ku di demeke dijwar û bi êş de em tenê nehiştin. Di demeke wiha de em li ser navê welatê xwe ji cihêkariya desthilatdariya nîjadperest kiriye şerm dikin. Bi xêr hatîn @BarzaniCF Spas #Kurdistan @BarzaniCF Spas #Kurdistan سوپاس زۆر”.
Zor ve acılı bir zamanda bizleri yalnız bırakmayan tüm yeryüzü insanlarına hepimiz çok teşekkür ediyoruz.
— Hüda Kaya (@HudaKaya777) February 20, 2023
Böyle bir zamanda bile ırkçı iktidarın yaptığı ayırımcılıktan ülkemiz adına biz utanıyoruz.
Hoşgeldiniz @BarzaniCF
Spas #Kurdistan
زۆر سوپاس https://t.co/nKbRjxuExS
Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç di peyama xwe ya bi Kurdî û Tirkî de dibêje: “Her çiqas hun hikûmeta Herema Kurdistana Iraqê wek dost nabînin jî, ew em in, em ew in birêz Çavuşoglu.”