RÛDAW TAYBET - Metirsiya nexweşiyê li herêma erdhejê zêde dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa mirovî li hinek deverên erdhejlêdayî roj bi roj xirabtir dibe. Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêmbûna av û pêdiviyên paqijiyê, hinek mexdûrên erdhejê bi nexweşiyên çerm ketin.
Piştî du erdhejên ku navenda wan li Mereşê bûn ku wêraniyeke mezin li pey xwe hiştin, pêwîstiyên jiyana rojane yên weke stargeh, germkirin, tuwalet, serşo û ava paqij hê jî weke pirsgirêkekê dimînin.
Tîma Rûdawê çû konbajarê ku li navçeya Nûrdagiya Dîlokê hatiye vedan û rewşa mexdûrên erdhejê ji nêz ve şopand.
Hatîceya biçûk a li konbajarê li Nûrdaxiyê dimîne û ji ber erdhejê heta niha nikarîbû xwe bi rêkûpêk bişo, ev çend roj in ji ber alerjiya laşê xwe bi şevan nikare razê.
Ehlan Settuf datika Hatice dibêje “Piştî erdhejê derfeta me çênebû ku em xwe bişon. Ji ber ku li vir defreta ava germ tune. Bibore, lê tuwalet jî tune. Tenê êvarê em dikarin hin hewcedariyên xwe bêyî ku kes me bibîne pêk tînin. Keça min bi şev nikare razê, her tim laşê wê dixwirê û digrî.”
Rewşa zarokên din ên li konan dijîn ji ya Hatîceya biçûk ne cuda ne. Kur û bûka Mihemed Fahd ê Sûrî di erdheja li Nurdaxi de jiyana xwe ji dest dan. Fehdê ku niha neçar e li neviyên xwe xwedî derkeve jî heman pirsgirêk heye.
Mihemed Fahd got “Ez jî bi nevîyan re di heman rewşê de me. Destên min dixurên, sorik hene. Av tune, em nikarin xwe bişon. Em çawa dikarin bişon dema ku em bi zor ava vexwarinê peyda dikin?”
Tîmên AFAD'ê her roj avê bi tankeran dibin kon bajaran, lê şêniyên kampê diyar dikin ku av nagihê her kesî.
Ziyandîtiya erdhejê Ayten Akbalik got ku wê di bin kavilan de mikrop wergirtiye. Leyla Ekbelk jî heman gotinan dubare dike û dibêje “Ne av heye, ne jî sabûn. Spî ketine canê me, cihek ku em xwe lê bişon tineye.
Yek ji xwebexşên tîma tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Sara Mihemmed da zanîn ku piraniya zarokên nexweş ên di rojên dawî de serî li wan dane, bi nexweşiyên çerm ketine.
Dr. Sara Mihemmed ragihand “Gelek rewşên alerjiyê hene. Bi taybetî di zarokan de tê dîtin. Nexweşên me hene ku ji ber pirsgirêkên paqijiyê nexweş in.”
Tevî ku rayedarên fermî daxuyanî dan û diyar kirin ku heta niha metirsiya nexweşiyê tune ye jî lê pispor balê dikişînin ser îhtîmala derketina nexweşiyê bi taybetî li konbajaran.