Wezîrên Derve û Navxwe yên Almanyayê serdana Mereşê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, û Wezîra Navxwe ya wî welatî Nancy Faeser, ligel şandekê, serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dike ku navenda erdehaja 6ê vê mehê bû.

Li gor zanyariyan, herdû wezîrên Alman li navçeya Bazarcix a Mereşê, serdana çadirên mexdûrên erdhejê kirin, û piştre ligel nûnerên saziyên civaka sivîl ên navçeyê hevdîtinek pêk anîn.

Piştî ku Almanyayê ragihandibû ew dê asankariya vîzeyê ji bo ew kesên ku dixwazin ji navçeyên erdhejê biçin Almanyayê bikin, tê pêşbînîkirin ku herdû wezîr serdana ofîsa vîzeyê ya wî welatî ya li parêzgeha Dîlokê jî bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê serdana şanda pilebilind a Almanyayê bo herêmên erdhejê de ragihandibû ku roja Sêşemê 21ê Sibata 2023an Wezîra Derve ya Almanyayê û Wezîra Navxwe ya wî welatî li gel şandekê ji ber edheja 6ê Sibata 2023an serdana parêzgeha Mereşê dikin.

Berdevkê Wezareta Derve herwiha diyar kiriye ku ew serdan di demek kurt de hatiye plankirin û planên serdanê berdewam dikin, û ji ber wê yekê daxuyaniyek berfireh nayê belavkirin.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê, danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Kilîs, Edene û Amedê kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Li gor amarên ku Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), roja Yekşemê 19ê Sibata 2023ê belavekirine heta niha di erdheja Mereşê de 41 hezar û 20 kesan canê xwe ji dest dane.