Pavlovo (Rûdaw) - Demjimêr 2ê berê sibeha roja 24.01.2015an e. Li stasyona trênê ya Kursky li bajarê Moskow ber bi Nizhny Novgorod dikevim rê û biryar e demjimêr 07:33 deqe yê sibehê bigihim stasyona trênê ya Nizhny Novgorodê. Piştî gihîştina xwe, ez bi taksiyekê ber bi bajarê Pavlovo dikevim rê. Berfê kirasê xwe yê spî li bajêr kiriye. Pileya sermayê daketiye 11 pileyan li jêr sifr.
Hatina min bo vî bajarî bo bihîstina çîroka kulfeta pêşmergeyekî kurd e ku sala 1947 bi Mela Mistefa Barzanî û 500 pêşmergeyên din re gihîştiye axa Yekîtiya Sovyêtê.
Li gorî navnîşana ku min wergirtibû, di demjimîr 09:30ê sibehê de ez gihîştim dehma apartmana ku kebaniya yek ji hevalên Mistefa Barzanî tê de dijî. Avahiyeke pênc qatî ku çend malek tê de dijiyan, lê belê xilmaş bû û kip jê nedihat. Ez li zengilê derî didim. Jinek derî vedike û bixêrhatina min dike.
- “Navê min Emîne ye.”
Bi dîtina rû û kêsimê wê re, ez fam dikim ku xemeke mezin hîn di nava wê de diqiçqiçe, xema veqetîna wê ji bavê wê û salên dirêj ên bendewariyê, êşa şehîdketina wî û axîna dûrketina wê ji xizmên xwe. Ew rasterast min dibe ba jineke bi temen ku navê wê Marya Alexandrovna ye û diya Emînê ye. Nexweşî û temenê mezin tevger û hêza wê pir sist kiriye.
Marya jineke rûs e û di dawiya sala 1958an de bi Ehmed Hacî re zewiciye. Ehmed yek ji rêhevalên Barzanî yên rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyêtê ya berê bû. Berhema vê zewacê jî, keçek bi navê Emîne ye.
Ez xwe bi Marya didim naskirin. Dibêjim ez kurd im û ji Kurdistanê hatime. Ew bi girnijînekê bersiva min dide. Di odeyeke din a eynî xanî de, keça Emînê ya bi navê Vîktorya û keça Vîktorya ya bi navê Masha dijîn. Ew di bingeh de li Herêma Krima ya Ukraynayê dijîn. Lê ji ber nexweşketina pîrika wan, hatine ba wê.
Çawa hevdu nas kirin?
Keça Marya, Emîne Ehmed Hacî li tenişta diya xwe rûniştiye û çîroka hevdu naskirina dê û bavê xwe ji Rûdawê re dibêje: “Wek ku diya min ji min re behs kiriye, Hacî li vir xwendekar bû û dixwend. Sala 1947an, piştî têkçûna Komara Mehabadê, hatibûn Sovyêtê da piştevaniyê ji xwe û gelê xwe re bidest bixin. Dora 500 Pêşmerge bûn. 62 rojan bi piyan dabûn rê heta gihîştibûn Sovyêtê. Piştre hikûmetê şoreşvanên kurd ji hev veqetandibûn. Her yek ji wan avêtibû bajar û gundekî. Bavê min û çend şoreşvanên kurd ên din li bajarê me bicih bibûn. Sala 1958an, li vir wî û diya min hevdu naskirine û dilên wan ketiye hev.”
Marya ji keça xwe re behs kiriye ku bavê wê mirovekî pir sozdar, rûxweş û dilsoz bû, lewma ew razî bû pê re bizewice. Roja 08.03.1959an, Emîne ji dayîk bû û bavê wê ev nav lê kir.
Ehmed Hacî-Marya
Bi neçarî ji hev veqetiyan
Wek ku Emîne dibêje, bavê wê piştî dewama dibistanê kar dikir. Di aliyê aborî de jiyana wan ne zêde baş bû. Lê bi diya wê re pir rehet bû û pir ji hevdu hez dikirin. Tenê 20 rojan piştî jidayikbûna Emîne, Ehmed Hacî xatirê xwe ji Maryayê dixwaze.
Emîne ji ser zarê diya xwe dibêje: “Roja 27.03.1959an, bi çavên tijî hêsir te hemêz kir û maçî kir. Piştre xatirê xwe ji me xwest û vegeriya Kurdistanê.” Emînê got: “Diya min wê çaxê pir daxwazê ji bavê min dike da venegere Kurdistanê, çimkî berdewam şer li Kurdistanê heye. Lê bavê min dibêje, min ji bona kurd û Kurdistanê dev ji xizmên xwe berda û da ser vê riya dûr û dijwar û ev 12 sal in ez li xerîbiyê dijîm, vêga gel û welatê min hewcedarî min in, lewma mana li vir û veqetîna ji hevalên min xayîntiyeke mezin e, helbet ezê vegerim vir û ezê we jî bi xwe re bibim Kurdistanê.”
Lê Ehmed nikare soza xwe li hember Marya bicih bîne. Emîne dibêje: “Bavê min wê çaxê dixwest min û diya min bi xwe re bibe Kurdistanê. Lê pijîşkan nehiştibû, çimkî tenê 20 roj derbas bûbûn ku diya min ez anîbûm dinyayê.”
Yekemîn name piştî 8 mehan
Emîne ew name nîşanî min da ku bavê wê û birayên wî ji wan re hinartibûn: “Bavê min piştî 8 mehan ji dûrketina wî ji me, di roja 17.11.1959 de yekem name ji me re şand bi riya Sonya ku ew jî jineke rûs bû û hevjîna hevalekî Barzanî bû û bi serdan vegeriyabû Pavlovo. Di wê nameyê de, piştî pirsîna li hewalên me û xizm û dostên diya min, nivîsîbû: Ez pir bêriya we dikim û daxwaz dikim ku tu were û keça min Emîne jî bi xwe re bîne, hertim li benda we me.”
Wek ku Emîne dibêje, bavê wê piştî vê namê gellek nameyên din jî ji wan re şandin: “Bavê min mirovekî dilsoz û dilrehm bû. Kî bihata Pavlovo, bavê min name pê re dişand. Di sala 1960 de, tevî nameyekê çend parçe cêw jî ji min re şand.”
Daxwaza barût û fîşekan dike
Emîne nameyeke din nîşanî min da ku bavê wê ji Kurdistanê ji wan re şandibû. Dîroka vê nameyê nayê zanîn, lê li gorî naveroka wê dibe ku di sala 1961 de hatibe hinartin.
Ehmed di wê nameyê de ji Maryayê re dinivîse: “Ez ji te rica dikim, dema tu hatî bi xwe re du paket fîşek û du kîlo barût ji min re bîne. Tiştekî din pêwist nîne, lê keça min jî bi xwe re bîne.”
Nahêlin ew herin Kurdistanê
Demeke dirêj Marya û Ehmed tenê bi riya nameyan li hewalên hevdu dipirsin, lê nikarin serdana hevdu bikin. Ehmed ji ber şoreşê û Marya jî ji ber rêgiriyên Yekîtiya Sovyêtê.
Emîne dibêje: “Bavê min nameyek ji diya min re hinart û got ez nikarim di vê demê de vegerim ba we, lewma bi çi hawî be pêwist e hûn werin Kurdistanê. Diya min jî pir hewl da ku em herin ba bavê min, lê hikûmeta Sovyêtê ya wê demê rê neda me. Dema bavê min piştrast bû ku hikûmet nahêle em herin, bersiv ji diya min re hinartibû ku ewê li wir bi jineke xizmê xwe re bizewice, çimkî ew êdî nikare tenê bijî. Dûre şer dest pê kir. Lewma bavê min û kulfeta xwe ya teze tevî leşkerên Barzanî berê xwe dabûn çiyan.”
Gava ku Emîne mezin dibe, gellek pirsyar di hişê wê de çêdibin, gelo bavê min kî ye? Çima ne xuya ye? Çima venagere malê? Ew dibêje: “Min jî mîna her zarokeke din dixwest di hemêza bavê xwe de bûma û pê re derketama derve. Her çiqasî diya min ez ji tiştekî kêm nedihîştim, lê dema min zarokên din didîtin, dilê min pir bi min dişewitî! Gelo bavê min niha li ku ye? Dûre diya min ji min re dabaşa wê rastiya talanker kir ka ji ber çi bavê min ji me dûr e.”
Dema Emîne serpêhatiyên xwe digot, diya wê Marya bi bêdengî lê dinihêrî. Bêguman gellek bîranînên wê jî hene, lê ji ber nexweşiyê nikarîbû wan vebêje.
Emîne behsa jiyana xwe ya piştî bavê xwe kir û got: “Bi rastî me jiyaneke pir nexweş û tijî kul û derd derbas kir. Em di hejarî û nebûniyê de jiyan. Cihek nebû em lê bijîn. Pîrka min em birin ba xwe. Di odeyeke pir biçûk de, em 3 kes dijiyan. Wê çaxê hikûmeta Sovyêtê her meh 5 ruble dida me. Lê pir kêm bû, têra tiştekî nedikir.”
Diya Emînê bo peydakirina debara jiyanê, di dibistaneke êvaran de kar dike û her ku diçû barê wê girantir dibû. Emîne di sala 1966an de diçe dibistanê: “Her roj piştî xilasbûna dewamê, min didît bavên piraniya şagirtan tên dû wan. Min di jiyana xwe de rojekê jî bavê xwe nedît. Li malê jî, hertim çavê min li derî bû, gelo bavê min dê kengî vegere.”
Nûçeya şehîdketina Ehmed
Emîne û Marya bi berdewamî dipan ku kesek li zengila deriyê wan bide û ew kes jî Ehmed be. Lê di dawî de ev bendewariya wan dibe herdemî û li şûna wê, nûçeya şehîdketina Ehmed digihe wan.
Emîne dibêje: “Sala 1969an bû. Sonya ji Kurdistanê vegeriyabû Rûsyayê, li ba diya min rûniştibû û behsa jiyan û bûyerên Kurdistanê ji diya min re dikir. Wê demê ez 10 salî bûm. Tê bîra min Sonya ji diya min re got: Xebînet ku hevjînê te Ehmed di şerekî de şehîd ket. Gava min guh li vê gotinê kir, qudûmê min şikest, zimanê min hat girêdan. Êdî xewn û hêviyên min hemû binax bûn. Salên dirêj, çavên min li derî bû da ez bavê xwe bibînim. Lê mixabin min ew nedît û hey nedît.”
Emîne pir bi coş bû ku gora bavê xwe bibîne. Sala 1985an, Emîne mêr dike, lê bi riya nameyan pêwendiyên wê bi mala bavê wê re her didomin.
Emîne dibêje: “Sala 1988an, ji Îranê postek ji min re hat. Gava min ew post vekir, min nihêrî nameyek û parçeyek çuklêt û 100 dolar tê de bûn. Name ji hêla birayê min Ehmed hatibû hinartin. Ez pir kêfxweş bûm gava min dît birayên min li hewalên min dipirsin û ew jî dixwazin min bibînin. Min jî bersiva wê nameyê da. Lê diyar bû nameya min negihîştibû destê wan. Çend carên din jî nameyên wî gihîştibûn destê min û wî dinivîsî ji ber çi bersiva min tune. Hertim daxwaz dikir ez serdana wan bikim.”
Xewna wê hate cî
Sala 2006an, postek ji Kurdistanê ji Emînê re tê ku tevî nameyekê 1000 dolar jî tê de ye, lewma bi keça xwe Vîktoryayê re paseporta xwe dertînin û xeberê ji xûşk û birayên xwe re dişîne ku ewê di demeke nêzîk de serdana wan bike.
Emîne bilêta balafirê distîne û Sonya wan dibe Tirkiyê û ji wir jî bi otomobîlê têne ser sînorê Herêma Kurdistanê. Emînê got: “Dema me sînor derbas kir, hejmareke zêde ya jin û mêran li benda me rawestiyabûn. Ew bi devken ber bi me ve hatin. Me ew nas nedikirin, lê Sonyayê got ev xizmên te ne. Yekemîn kesa ku em himêz kirin Dade Xurbet bû ku jina duyem a bavê min bû.”
Emîne axaftina xwe berdewam kir û got: “Me berê xwe da bajarokê Pîrmamê, cihê jiyana xizmên min. Em pir westiyabûn. Dotira rojê em çûn wan cihên ku bavê min li wan Pêşmerge bû û şehîd ketibû. Piştre em çûne ser mezarê nemiran li devera Barzan. Dûre em çûne ser gora bavê min. Dilê min rehet bû. Min spasiya Xwedê kir ku xewn û hêviya bavê min hate cî û Kurdistan rizgar bû.”
Barzanî pêşwaziya wan dike
Emîne herwiha got: “Diya min pir caran digot kurd miletekî baş û rûxweş in. Dema min serdana Kurdistanê kir, min ev yek bi çavên xwe dît. Bi rastî kurd rûxweş û mêvanperwer in. Wan pir rêza me girt. Em mehekê li wir man û cilên kurdî wek diyarî dane me.”
Emîne û keça xwe Vîktoryayê bi wan cilên kurdî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin: “Gava kak Mesûd Barzanî em dîtin pir kêfxweş bû. Wî em bi germî pêşwazî kirin û behsa xebat û cangoriyên Barzaniyê Nemir û hevalên wî û derbasbûna wan ji Çemê Aras kir.”
Vêga xewna Emînê ew e ku ji Rûsyayê bar bike û here ba xûşk û birayên xwe li Kurdistanê, lê ji ber diya xwe nikare, çimkî ew nexweş e: “Eger ne ji ber diya min bûya, ezê ji mêj ve li Kurdistanê bûma.”
Marya (dayîka Emînê) - Emîne
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse