Li Pasûra Amedê komek hesp û hêstir dan fîşekan

 

Hewlêr (Amed) - Li gundê Dalîtê yê Pasûra Amedê 6 hesp dan ber fîşekan û kuştin. Nehat zanîn ku hesp ji aliyê kê ve hatine kuştin, gundiyan ji bo ku kiryar bê dîtin doz vekirin.

Li gundê Dalîtê yê Pasûra Amedê 6 hesp û hêstirek dan ber fîşekan û kuştin.

Şeniyên gundê Dalîtê diyar kirin ku hefteyek berê hespên wan winda bibûn û hespên xwe li nêzî mezreya Koçera ya ku 4 kîlometre ji gund dur e, dîtibûn.

Mezreya Koçera a ku erdê wê çiya û asê ye gundiyan hespên xwe li wir bi awayekî mirarbûyî dîtine û hespên ku mirarbûyî 5-10 metre bi navber ketibûn erdê û bi erdê ve kaşkiribûn.

Gundiya dan zanîn ku hespên wan bi fîşekan hatine kuştin lê li cîhê bûyerê ti qewanên fîşekan nedîtine.

Li gorî agahiyên gundiyan, di demên berê de bûne şahid ku leşker û cerdevanan hesp kuştine lê di demê dawî de li gundên wan bûyerên bi vî awayî çênedibû. Gundiya anî ziman ku erdê ku hesp lê hatine dîtin jî cîhek asê û vala ye û kuştina hespan ji ber ketina erdan nîne çimkî bi kuştina hespan dixwazin aramiya wan xirab bikin.


'Hesp çavkaniya debara me bûn'


Ji Şêniyê gundê Dalîtê Mehmet Salîh Adiguzel diyar kir ku debara xwe bi ser van hespan dabîn dikir û wiha got: "Ajelên me berê li çol û erdan dijiyan. 7 roj berê agahî hat ji mere ku ajelên we kuştine. Hefteyek piştre me hespên xwe mirarbûyî dît. Me heta roja îro hovîtiyek wisa nedîtibû, me debara xwe li ser van hespan dikir. Hespên me ji gund birine piştî ku kuştine avêtine Mezreya Koçera. Ev hespana kê kuştibe em dixwazin bila kiryarên wan derxin. Em çûn Qereqolê lê Qereqolê ji me re got neyên qereqola me biçin ya Pasûrê. Em jî çûn Pasûre me li di Dozgeriyê de gilî kir. Ev hovîtî ye, bend avêtine stûyê hêstira me û avêtine mezreyê, di laşê her hespêde 3-4 şopa fîşekan hebû."

Şeniyê gund yê bi navê Yûsif Denîz jî diyar kir ku hespan xwedî dikin û wiha got: "Me hespên xwe bi salan xwedî kir ji bo me gellek girîng bûn, hefteyek bû hespên me winda bûn lê me hespên xwe li mezreya Koçera mirarbûyî dît."


Gundiyan diyar kirin ku ji bo ajelên wan ê ku hatine kuştin serî li Dozgeriya Pasûrê dane û Dozger jî ji wan re wiha gotiye: "Wêneyê hespên ku mirar bûne bînin emê piştî wî werin lêkolîn bikin."