Girtiyekî din ê Kurd piştî 30 salî hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Ethem Karagozê ku ji sala 1994an ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Ethem Karagozê 50 salî, sala 1994an li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû desteserkirin.

Piştî ku 21 rojan desteserkirî ma, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hat girtin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “xirabkirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê” cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê birî.

Karagoz di girtîgehên Erzirom, Dîlok, Burdur, Amed û Îzmîrê de ma.

Ethem Karagoz piştî 30 salî, 19ê Kanûna Paşîn hat berdan.

Karagoz li Amedê, ji aliyê Rêveberên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a bajêr û navçeyan, MED TUHAD-FED, TUAY-DER û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.

“Ji bo me tevan rojên azad nêz in”

Karagoz spasiya kesên ku hatine pêşwaziyê kir û got:

“Her çend ez ji girtîgehê derketibim jî hevalên min hîn jî di girtîgehê de ne. Lewma parçeyekî min li wir ma.

Ez kêfxweşiyeke xemgîn dijîm. Ji bo me tevan rojên azad nêzîk in. Dema ew jî azad bûn wê demê em tev dê bi hev re azad bibin.”

Girtiyên Kurd ên ku salên 90î hatibûn girtin piştî ku 30 salên wan diqedin ji girtîgehê tên berdan.