ROJAVA - Rêveberiya Xweser şaneya krîzê bo rewşa aborî ava kir

21-01-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Şaneya krîzê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryar da, ku şaneyeke krîzê ava bike da ku rewşa aborî kontrol bike.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Ebid Mihbaş ragihand, rêveberiyê biryar daye ku şaneyeke krîzê bê dirustkirin da ku rewşa aborî li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişopîne.

Li gor Mihbaş şaneya krîzê dê rewşa aborî bişopîne û biryarên bilez di vê bareyê de bide, da ku xelk nekevin jêr bandora rewşa aborî ya xirab.

Rêveberiyê herwiha ragihandiye, ku ew dê keresteyên sereke yên wek çay, şekir, zeyt, şîrê zarokan û hin keresteyên din bi buhayê lêçûnê û erzan bifiroşin xelkê.

Rêveberiya Xweser herwiha destnîşan kiriye, nirxê sûtemeniyê û kirêya veguhestin û gihandinê jî dê wek xwe bimîne û nayê girankirin.

Avakirina şaneya krîzê ji aliyê Rêveberiya Xweser piştî wê yekê hat, ku di wan demên dawî de nirxên gelek kelûpelan li bazarên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola rêveberiyê de bi awayekê berdewam zêdetir dibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst