Serok Barzanî û Eyad Elawî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de Barzanî û Elawî behsa peywendiyên Hewlêr û Iraqê kirin.
Îro Dûşem (21.01.201 li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî kir.
Di hevdîtinê de Barzanî û Elawî rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di Herêma Kurdistanê û Iraqê de nirxandin.
Herwiha pêşhat û guhertinên navçeyê jî mijareke din a hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Eyad Elawî de bû.