Li Şirnexê stûnên elektrîkê di bin berfê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê îsal berfeke zêde bariye. Rêjeya barîna berfê li parêzgeha Şirnexê jî bi qasekî zêde ye, ku stûnên elektrîkê di bin berfê de man.

 

Li hinek cihan bi taybetî sînorê ligel Herêma Kurdistanê bilindahiya berfê gehiştiye 7 metreyan, bi awayekê ku li gelek cihan stûnên elektrîkê di bin berfê de mane.

 

Tîmên Kompanya Dicle Elektrîkê jî hewl didin xwe bighînin wan stûnên ku di jêr berfê de wenda bûne û hewl didin, wan xetên elektrîkê yên ku têk çûne, çê bikin.

 

Herwiha ji ber mij û berfa zêde dîtina stûnên elektrîkê jî zehmet bûye

 

Berpirsên Dicle Elektrîkê dibêjin, ku li gor salên derbasbûyî îsa berfeke zêde bariye, lê dîsan ew bi 24 saetên li ser karûbarê xwe berdewam in, daku elektrîkê bidin bikarhêneran.