Tevgera Goran daxwazên xwe bi lîsteyekê dide PDKê

21-01-2019
RÛDAW
Tevgera Goran lîsteyeke daxwazan ji bo bide PDKê amade kiriye
Tevgera Goran lîsteyeke daxwazan ji bo bide PDKê amade kiriye
Nîşan Tevgera Goran Daxwaz Lîste Hikûmet PDK
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Tevgera Goranê lîsteyeke daxwazan bi rêya Lijneya Danûstandkar a Postan ve, ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amade kiriye ku têde daxwaza pişk û parên xwe dike di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, lîste ji Serokatiya Herêm, hikûmet, parlemento, wezaret, nûnertiya derve, bîrkariyên wezaretan û deste û rêveberiyên giştî pêk hatiye.

 

Endamê Şanda Danûstandkar a Tevgera Goranê Aras Welî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Me li hemû cih û saziyên hikûmetê li navxwe û derve xalbend kirine, ku li gor hevkêşeyeke matematîkî post û erk têne dabeşkirin.”

 

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê, roja duşemê şanda PDK û YNKê, roja sêşemê PDK û Goran, ya yekem li Silêmaniyê, ya duyem jî li Hewlêrê, lijneya wan a postan, civîna dabeşkarî birêve dibin.

 

Endamê Serokatiya PDKê Piştîwan Sadiq ji Rûdawê re ragihand: “Hefteya borî civînan destpêka rêkeftina xwe cîbicî kir, lewma di wan yek du rûniştinên bê de, bi nivîs xalên hemû postan dê werin diyarkirin û dê ti pirsgirêk jî nemîne.”

 

Li gor zanyariya Rûdawê, berî YNKê, Goran û PDKê rêkeftineke çar salî îmze dikin, ku dibe ku di du civînên din de ev prose were encamdan, rêkeftineke ku ji kabîneya berê cuda be, ku ew du hêz li hikûmetê dost û li derveyî hikûmetê neyarên hev bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst