Hewlêr – Komek diz hatin girtin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê, komek kes bi tohmeta dizî û revandina mirovan hatin girtin.

Efserek ji Polîsê Hewlêrê, ji Rûdawê re eşkere kir ku şeva borî li bajarê Hewlêrê 4 kes hatin girtin ku dixwestin 2 malan bişêlînin.

Wî efserê polîs ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got, me agahî wergirtibû ku ew kesên han dê bikevin mala bazirganek û duktorekî ji ber wê jî hêzên polîs li ber yek ji wan malan, kemîn danîn û dema ew ketin wê malê, ji aliyê hêzên polîs ve hatin girtin.

Li gor agahiyên wî rayedarê polîs, ew kesên han rûçkê xwe pêçabûn û lênz xistibûn çavên xwe ji bo ku xwe ji kameraya çavdêriyê biparêzin.

Wî efserê polîs her wiha anî ziman ku di nav wê grûpê de, zarokekî 16 salî jî heye.