ERZINGAN - 4 kes hatin desteserkirin, hincet PKK ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatin desteserkirin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Erzinganê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 4 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, 2 kes ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî “propagandeya rêxistina çekdarî” kiriye û 2 kes jî ji ber "pesindayîna endamên PKKyê" hatine desteserkirin.
Hat gotin ku piştî kar û barên yasayî bi dawî bûne her 4 kes şandine dadgehê.