Li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandana bê ‘PKK û Ocalan’

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê di xwepêşandan ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de wêneyên Abdullah Ocalan û flamayên PKKyê cih negirt.

Bi hezaran kes doh li qada Soniyê ya bajarê Qamişloyê kom bûn û li dijî Tirkiyeyê meşek ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dar xist.

Girseya ku peyama piştgiriya HSD û Rêveberiya Xweser da, alayên Rêveberiya Xweser û HSDyê û alaya nû ya Sûriyeyê bilind kirin.

Di çalakiyê de pankartên Abdullah Ocalan û flamayên PKKyê nehatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Berxwedana HSDyê", "Bimire faşîzm", "HSD hêza me ye", "Gelê Sûriyeyê yek e" û "Em dê li ber xwe bidin" bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin bilindkirin.