AMED – Minîbûs û wesayîta barkêşiyê li hev qelibîn: 10 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê wesayîta barkêşiyê û minîbûsa rêwiyan li hev qelibîn û 10 kes birîndar bûn.

Wesayîta barkêşiyê ya ku N.A.A. diajot li ser rêya Amed û Xarpêtê li minîbûsa rêwiyan a ku V.C.Y. diajot qelibî.

Di qezayê de şofêr V.C.Y. û 9 rêwiyên minîbûsê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ambulans û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxaleya ewil rakirin nexweşxaneyên bajêr.