Topek li navenda gundekî Amêdiyê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Topek li navenda gundê Guharzeyê yê ser bi nahiya Dêrelûkê ya navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê ket.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ti zererên canî çênebûne.

 Welatiyê wî gundî Îsa Guherzî ji Rûdawê re got, ew guleya topê li navenda gundê Guherzî ketiye lê ti ziyanên canî çênebûne û tenê zerer gihîştiye çend malan.

Bi gotina Îsa Guherzî, ew nizanin ew guleya topê ji kû derê ve hatiye lê xelkê gund ditirse.

 Di nava 3 mehan de ev cara pêncemîn e ku top li gundên Amêdiyê dikevin.