Li Êlihê 3 karmêndên DEDAŞê dîl hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 3 karmendên Kompanya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) yên ji bo kontrola dereqanûnî çûbûn kargehekê bi çekê dîl hatin girtin.

Li gorî nûçeya malpera xwecihî ya bi navê Batman Burada, esnafê li Taxa Çamlîtepeyê bazirganiya xalîçeyan dike, 3 karmendên DEDAŞê yên ji bo kontrolkirina qaçaxçiyan diçin dikana wî dîl girtin.

Hat zanîn ku esnafên derdorê hewl didin wî razî bikin ku karmendên DEDAŞê berdin.

Li gor nûçeye hezêeke zêde ya polîs û tîmên tevgera bo cihê bûyerê hatine şandin.