Ji PAK, PSK û Hereketa Azadî têkildarî êrîşa polîsan daxuyaniya hevbeş

Hewlêr (Rûdaw) - PAK, PSK û Hereketa Azadî îro di daxuyaniyeke hevbeş de serdegirtina hêzên emnî yên Tirkiyê bo ser avahiyên xwe yên li Amedê şermezar kirin.

Duh Duşembê 19ê Kanûna 2022an polîsên Tirkiyê li bajarê Amedê bi ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya  Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî de girtin û li baregehên wan lêgerîn kirin.

Li baregehên wan partiyan, polîsan alên Kurdistanê anîn xwarê û dest bi ser hin amûr û kelûpelên di baregehan de girtin.

Ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan bo ser baregehên xwe, berpirsên her sê partiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî li Amedê daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.

Civîna çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamevanan a Diyarbekirê bi hildana Ala Kurdistanê hat lidarxistin.

Li ser navê Hereketa Azadî, PAK, PSKê daxuyaniya hevbeş bi Kurmancî ji aliyê Berdevkê PAKê Hanîfî Turan, bi Tirkî jî ji aliyê Endama Komîteya Birevebir a Navendî ya PSKê Selva Baksî hat xwendin.

Li gel rêvbir û endamên Hereketa Azadî, PAK, PSKê, nûnerên TDK-TEVGER, HAK-PAR, Pêlkurd, DDKD, PDK-Bakur, KKP, Partiya Azadî, PIA, PDKT, DBP, HDP û gelek siyasetvan û rewşenbîrên Kurd jî ji bo piştgiriyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Piştî ku daxuyaniya hevbeş hate xwendin, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Guçlu wek parêzer jî di derbarê êrîşên li ser Alaya Kurdistanê û girtina ser avahiyên hersê partî û hereketan de agahdarî da.

Nûnerên gelek partî, tevger û rêxistinan jî di civîna çapemenîyê da axaftin, êrîşa li dijî Alaya Kurdistanê û êrîşên li ser  partî û rêxistinên  kurdistanî  şermezar kirin.

Daxuyaniya hevbeş a PAK, PSK û Hereketa Azadî wiha ye:

“Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye

Li ser daxwaza Serdozgerê Cimhuriyetê yê Amedê  û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê , polîsên Emnîyeta Amedê, roja 19.12.2022yê avêtin ser Teşkîlatên Amedê yên Hereketa Azadî, PAK û PSKê.

Wekî tê zanîn bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê Hereketa Azadî, PAK û PSKyê li Teşkîlatên xwe yên Amedê Alaya Kurdistanê hilda bûn.Û wek nûçe di hinek malperan da wêneyên hildana Alaya Kurdistanê ya Hereketa Azadî, PAK û PSKê hatibûn belavkirin.

Hinek kesên nîjadperest, di sosyal medyayê da van wêneyan kiribûn sebebê êrîşa li dijî Alaya Kurdistanê û Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî wek hedef nîşan dabûn.

Serdozgerê Cimhûriyetê yê Amedê nivîsên van nîjadperestan ên li ser sosyal medyayê wek şîkayet qebûl kiriye û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê îzna lêgerînê wergirtîye.

Polîsên ku avêtine ser avahiyên Hereketa Azadî, PAK û PSKyê ew belgeya îznê nîşanî rêvebirên hersê partî û hereketan dane û dest bi lêgerîna nav avahîyên hersê partî û hereketan kirine û gotine “Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye, Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê îzna lêgerîna nav avahîyê daye me. Em ji bo vê sedemê hatine”. Di dema lêgrînê de parêzerên partiyên me jî li avahîyên me amade bûn.

Herçiqas, sedema van lêgerînan wek Alaya Kurdistanê hatibe nîşandan jî, polîsan, li ser emrê serdozgerî, dest danîne ser hemû kompîtur, dokumanên fermî, dosya, pirtûk, kovar, afîş û alayên Kurdistanê û birine Emniyeta Dîyarbekirê.

Polîsên Emniyeta Amedê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emniyeta Diyarbekirê. Piştî ku îfadeya wan ji alîyê Serdozgerê Cimhuriyetê yê Amedê ve hate girtin, Nûrûllah Tîmûr di eynî  şevê da, Metîn Pîranî ji di sipêdeya roja 20.12.2022yê de hate berdan.

Helbete ku êrîş û qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê ne cara yekem e ku pêk tên. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê gelek caran Alaya Kurdistanê rûbirûyî êrîş û qedexeyan bûye. Roja 17ê Çileya Pêşîn ji ber ku Alaya Kurdistanê hildane, berpirsên CNKê Jiyan Tîmûrtaş û Şerzan Kiliçaslan jî li Amedê hatine desteserkirin û hîna jî nehatine berdan. Em vê biryara Serdozgerê Cimhuriyetê yê Amedê û helwesta polîsên Emniyeta Amedê ya li ser Hereketa Azadî, PAK û PSKê jî, êrîşên berê jî, wek êrîşên li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê, êrîşeke li himber azadiya xweîfadekirinê û azadiya xebata rêxistinî dibînin. Em van êrîşan, van biryaran şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin a neteweyî, niştimanî ya hemû Kurd û  Kurdistanîyên cîhanê ye. Tu kes nikare vê nirxê neteweyî qedexe bike. Em tu qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê qebûl nakin, emê li himberî tu êrîşan serê xwe netewînin.

Em, qedexe, bêrêzî û êrîşên  Dewleta Tirkîyeyê û yên nîjadperestan yên li ser Alaya Kurdistanê, şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê herweha alaya fermî ya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ye jî. Alaya Kurdistanê li gorî Qanûna Bingehîn a Federe ya Iraqê jî , alayeke fermî ye ku hemû dewletên cîhanê jî qebûl kirine.

Gelek caran Serokkomar û wezîrên Dewleta Tirkîyeyê, li gel Alaya Tirkîyeyê, bi Alaya Kurdistanê  jî hevdîtinên fermî li gel Rayadarên Herêma Kurdistanê  kirine.

Polîsên Amedê gotin em  ji bo Alaya Kurdistanê hatine li nava avahîyên  teşkîlatên hersê partî û hereketan bigerin ; lê  di encamê da, li gel alayên Kurdistanê dest danîne ser hemû kompîtur, dokumentên fermî, kovar û afîşên û eşyayên din yên li hersê avahîyan. Ev jî binpêkirina mafê azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî ye.

Belê, Alaya Kurdistanê nirxa me ya neetweyî ye û emê her û her hildin.

Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin.