Rêveberiya Xweser: Me pêşwazî li li pêleke nû ya koçberên navxwe yên Sûriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan pêşwazî  li pêleke nû ya koçberên navxwe yên Sûriyê kiriye.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Ibrahîm ragihand ku wan pêşwazî li pêleke nû ya koçberên navçeyên navxwe ya Sûriyê, yên jêr destê hikûmeta Şamê kiriye.

Meryem Ibrahîm dibêje: “Ev yek ne tiştekî nû ye, lê belê di dema dawî de zêde bûye. Li nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, piraniya koçberan ji xelkên navçeya hikûmeta Şamê ne, berê xwe didin navçeyên Rêveberiya Xweser.”

Li gorî zanyariyan, di dema dawî de, krîzên kar, nan û sotemeniyê li navçeyên hikûmeta Sûriyê zêde bûne, bi awayekî ku karê firne û fermangehan rawestiyane û debara jiyanê gelekî zehmet bûye.