Li Mûşê gundî di nav berfê de ajelên xwe xwedî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ku navendeke girîng a ajeldariyê ye zivistana tund bandoreke neyînî li ser jiyana gundî û ajeldaran dike.

Li gundê Çengîlî yê ser bi Mûşê, piştî berfeke zêde xaniyên welatiyan di nav berfê de man û jiyan zehmettir bû.

Gundiyên Çengilî yên debara xwe bi ajeldariyê dikin, rojê du caran li ser berfa spî ku her der girtiyê gihayên xwe radixin û ajelên xwe êm dikin.

Gundî Suleyman Aslan, radigihîne, “Em 30-35-40 sal in, ajeldariyê dikin, lê me weke îsal ti car zehmetî nedît. 2 roj in car caran berf dibare, lê îro ji sibehê ve bênavber berf dibare. Ez 56 salî me, hinek salan 5-6 mehan berf li erdê maye. Em sibê zû radibin rê vedikin, pêş gihê paqij dikin. Eger berf zêde be, vêderê rast dikin.”

Hinek ajeldar jî ji ber sir û sermayê, zivistanan berê xwe didin bajarên Bakurê Kurdistanê, yên germ wek Riha, Amed, Mêrdîn û Êlihê û biharê careke din vedigerin welatê xwe.

Gundî Suleyman Aslan, diyar dike, “Ji gundên me 10-15 mal çûne bajarên başûrê rojhilat. Ew jî di dema çûnê de zehmetiyan dikşînin. Ne hêsan e, mirov 6 mehan bi vê berfê re bijî, gelek zehmet e.”

Gundî, ji bo êmkirina pezên xwe havînan giha berhev dikin da ku di zivistana zehmet de barê wan girantir nebe. Eger havînî amadehiyên xwe nekin, zivistan dê bo wan û ajelên wan zehmettir bibe.

Gundî Mustafa Yonden, dibêje, “Dema demsala berfê destpê dike, em 5-6 mehan ajelên xwe li ser berfê êm dikin. Piştî em gihayên xwe berhev dikin û demsala zivistanê tê, 8 û nîv-9 sibehê û heta êvarî du caran êm dikin.”

Keşnasî ya Herêmê ya 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li xwe digire, ragihand ku di rojên bê de zêdetir berf dibare û pileya germê 4 pile dadikeve bin sifrê.