Civata Giştî ya Tevgera Goran dicive
Silêmanî (Rûdaw) - Îro Civata Giştî ya Tevgera Goran dicive û roja Şemiyê jî Civata Niştimanî ya wê tevgerê civîneke din saz dike û ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa danûstandinên Tevgera Goran ên ligel PDKê dikin.
Peyamnêrê Rûdawê Saman Beşaretî ji Silêmaniyê ragihand ku biryar e îro Pêncşemê (20.12.2018) Civata Giştî ya Tevgera Goran bicive û li gor peyrewa navxwe ya Tevgera Goran, her biryarek bê dayîn divê Civata Giştî li ser bicive û rasiparde û pêşniyaran dide Civata Giştî daku pesend bike.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, îro Civata Giştî ya Tevgera Goran li ser du mijaran dicive; yekem gotûbêjkirina wan pêşniyarên ku bo Tevgera Goran hatine pêşkêşkirin daku beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe, mijara din jî amadekariyên Konferansa Giştî.
Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê dema serdana Tevgera Goran kiribû jib o beşdarbûna hikûmetê hinek pêşniyar dabûn serkirdeyên Goran.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha da zanîn ku biryar e roja Şemiyê jî Civata Niştimanî ya Tevgera Goran bicive û wan rasparde û pêşniyaran pesend bike ku îro di civîna Civata Giştî ya Tevgera Goran de tên dayîn.