Li Serdeşta Çiyayê Şingalê tenê bingeheke tendirustiyê heye
Şingal (Rûdaw) - Li Serdeşta Çiyayê Şingalê ku niha 2 hezar û 360 malbatên koçberên Şingal û derdorê lê dimînin, tenê yek bingeha tendirustiyê heye, ku berê ji aliyê rêxistineke alîkarxwaz ve weke bingeheke demkî hatibû danîn.
Xelk gazinan dikin û dibêjin pizîşk kêm in û piraniya dermanan jî nînin, lewma neçar dibin ji bo dermanekê ji serê çiyayê Şingalê diçin Sinûnê ku 25 kîlometre ji wê derê dûr e.
Welatiyekê ji Rûdawê re diyar kir, tevî ku zêdetirî 2 hezar malbat li wê derê dijîn, pizîşk û derman tine ne, dema nexweş bikevin, otomobîl tine be nikarin xwe bigihînin Sinûnê ku li wê derê nexweşxane heye.
Pizîşkekî wê bingehê jî dibêje ku gazinên xelkê di cihê xwe de ne, bi taybetî derbarê pirsgirêka dermanan de û diyar dike, beriya ku rêya Duhok - Şingal bê girtin Rêveberiya Giştî ya Tendrustiya Duhokê ji aliyê dermanan ve alîkariya wan dikir, lê piştî girtina rêyê, êdî Duhok nedikarî dermanan bişîne û hikûmeta Iraqê jî ew pişt guh xistine û hevahengiya wan gelek kêm bûye.
Welatiyekî jî destnîşan kir ku bingeha tendirustiyê jî piştî saet 17:00an tê girtin û ev yek ji bo wan pirsgirêkeke mezin e.