Qamişlo (Rûdaw) - Li ser daxwaza Partiya Pêşverû, 12 partiyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî civînekê bûn, lê aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, weke ENKS û PYD beşdar nebûn.
ENKS dibêje ku gava berî her civînekê, divê PYD derfetê bide, da ENKS beşdarî Rêveberiya Rojava bibe, û rê veke daku Pêşmergeyên Roj vegerin.
Ji hêla xwe ve PYD, ne beşdarî civînê bû û ne jî ti daxuyanî derbarê wê da. Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê, biryareke serokê berê Barack Obama bi dawî kir.
Bi nêzîkbûna dema bidawîhatina DAIŞê, êdî Amerîka dest bi vekişînê dike, vê biryara Amerîkayê jî karvedanên cuda bi dû xwe ve anî.
Gefên hikûmeta Tirkiyê di vê qonaxa hestiyar de û yekrêziya navmala Kurdî mijarên her sereke bûn di civîna ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû de hat lidarxistin.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Icê ji Rûdawê re diyar kir ku tê xwestin lêvegereke siyasî çêbibe û bi taybetî ji aliyê PYDê ve, divê derfetê bidin ENKSê û leşkerên Roj.
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku Rojavayê Kurdistanê birêve dibe, razî nebû di wê civînê de beşdar be, herwiha razî nebû daxuyaniyan li heman mijarê bide.
Biryara Amerîkayê jî derbarê vekişandina hêzê xwe de, nearamiyek di nava xelkê de çêkiriye ku piraniya wan vê mijarê bi siyasetên şaş ên Rêveberiya Xweser ve girê didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse