ŞINGAL - Piraniya xelkê ji bo serjimêriyê venegeriya: Dê çi bibe?
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Koç û Koçberan a Dihokê ragihand, beşek ji koçberên Kurdên Êzidî yên li kampên Dihokê dimînin, ji bo serjimêriyê vegeriyane cih û warên xwe lê piraniya wan nikaribû vegerin.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêrî tê kirin û îro qonaxa hejmartinê dest pê kir.
Agahiyên xelkê di navbera 16 û 19ê vê mehê de hatin tomarkirin û dê îro û sibe ew agahî bên kontrolkirin.
Zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzidî yên ku piştî êrişa DAIŞê ya Tebaxa 2014an ji Şingalê û gundên derdora wê reviyan, hîn jî li kamp û bajarên Herêma Kurdistanê dimînin ku ji sedî 70yê Kurdên Êzidî li Dihokê ne.
Birêvebirê Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Dayan Cafer ji Rûdawê re got:
“Ji sedî 30ê koçberên li Dihokê vegeriyane Şingalê û li wê derê beşdarî serjimêriyê dibin.
Lê piraniya koçberan nikaribûn vegerin.”
Birêvebirê Saziya Amaran a Dihokê Çiyavan Ebdulrezaq jî ragihand, qonaxa yekem a pêvajoya tomarkirin û sererastkirinê ya li kampên Dihokê bi dawî hat.
Çiyavan Ebdulrezak destnîşan kir ku qonaxa duyem îro li kampên herêmên din didome.
Birêvebirê Teknîkî yê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê Guhdar Mihemed da zanîn:
“Kesê ku li her bajar û welatekî bijî, dê wekî şêniyê wê herêmê were tomarkirin.”
Guhdar Mihemed destnîşan kir ku kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn dê li gorî cihê ku niha lê dijîn werin tomarkirin, tevî ku ji parêzgeheke din be jî.
Endamê fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:
“Venegera koçberan metirsiyê çêdike. Ev rewş dikare bandoreke neyînî li ser nifûsa Şingalê bike.”
Mihemed Casim Kakeyî ku di heman demê de Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ye jî anî ziman:
“Wekî mînaka Kerkûkê, diviya hemû koçberên li Herêma Kurdistanê vegeriyan herêmên xwe û li wir beşdarî serjimêriyê bibûna.”
Kakeyî her wiha got:
“Hinek rayedaran ji xelkê re got ku pêwîstî bi vegerê nîne. Wan diyar kir ku li kû derê qeyda xwe bikin ferq nake lê belê, ev yek ne rast e.”
Kakeyî bal kişand ser rewşa Şingalê û hişyarî da:
“Nifûsa Ereban li Şingalê kêm e lê tevî vê yekê jî hinek ji wan vegeriyane.
Ev rewş rêjeya nifûsa Kurdan a li herêmê dixe metirsiyê û dibe sedema kêmbûna projeyên xizmetguzariyê, veberhênanan û îstihdamê.”
Serjimêriya Îraq û Herêma Kurdistanê
Li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêrî tê kirin û îro qonaxa hejmartinê dest pê kir.
Agahiyên xelkê di navbera 16 û 19ê vê mehê de hatin tomarkirin û dê îro û sibe ew agahî bên kontrolkirin.
Li gorî agahiyên ku rayedaran dane Rûdawê, peywirdar dê îro û sibe bi malbatan re rûnin û agahiyên wan û karta wan a niştimanî bidin ber hev.
Birêvebirê Bicihhêner ê Serjimêriyê yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Usman diyar kir ku dê av kar 5 xulekan biajo.
Mehmûd Usman da zanîn ku eger karta niştimanî nebe dê agahî bi nasnameyê re bên berawirdkirin.
Ji 16 heta 19ê mehê navê serokê malbatê, hejmara endamên malbatê, navê wan û bav û bapîrên wan, agahiyên pêwendiyê, zayend, roj, meh û sala jidayîkbûnê li formeke sade hatibûn nivîsandin.
Mehmûd Usman daxuyand, dê navên zarokên ku îro piştî saet 00:00ê çêbûne jî bên tomarkirin.
Her wiha eger kesek şeva borî beriya 00:00an miribe dê navê wî jî were jêbirin.
Divê bijimêr û xelk çi bikin?
Îro û sibe li Îraq û Herêma Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê heye.
Divê xelk li mala xwe li benda bijimêran be da ku werin agahiyên wan qeyd bikin.
Eger kesek dema ku peywirdar çûn ne hazir be ji bo navê wî were tomarkirin divê belgeyeke piştigiriyê hebe.
Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd ji Rûdawê re got, “Rêya wê nemaye ku kesek neyê tomarkirin.
Kesên ku agahiyên xelet bidin tîman dê bi xwe zerermend bin.”