HSD: 5 çete hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şerê li kantona Firatê ragihand, “5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi ser Tirkiyeyê ve hewl daye bikevin kantona Firatê ya Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kiribû ku hêzên wan hewla ketina çekdarên Tirkiyeyê li gundê Ebdokê yê rojavayê bajarê Girê Spî yê Kantona Firatê têk biriye.

“Hêzên me çete xistin kemînekê”

HSDyê li ser ancamên şer û pevçûnan daxuyaniyeke nivîskî da û got:

"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva berê hewl da bikevin gundê Ebdokê yê gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî.

Lê hişyarî û baldariya şervanên me planên êriş û ketinê têk birin.

Hêzên me çete xistin kemînekê, di encamê de pevçûnan rû da û 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Pevçûnê demekê ajot û di dawiyê de çete reviyan.

Ji bo ku çete cenazeyên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin, çeteyan û dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran heta derengiya şeva berê bi zêdetirî 150 guleyên obus û hawanan gund topbaran kirin.

Di encamê de zererên madî li mal û milkên xelkê bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav de balafirên bêmirov jî bi hemû çekên giran herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin da ku tirs û xofê bixin nava şêniyan û wan neçarî koçberiyê bikin."

Dagirkirina Girê Spî

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatin dagirkirin.

Tirkiye û komikên wê yên çekdar Kurdan neçar dikin ku ji axa bav û kalên xwe derkevin û Ereb û Tirkmenan tînin cihê wan û bi vê yekê hewl didin demografiya wan bajaran biguherînin.

- Ji ber êriş û dagirkirina bajarê Girê Spî 100 hezar kes koçber bûn.

- Ji 100 gundên Kurdan, 60 gund di bi bin dagirkeriyê de ne.

- Li şûna Kurdan hezar û 845 malbatên çekdaran û Erebên hawirde hatine bicihkirin.

- Li wî bajarî 75 kes hatine kuştin û 17 kes birîndar bûne û astengdar mane.

- 89 kes hatine revandin.

- Kom û komikan dest daniye ser 5 hezar û 171 mal, hezar û 180 dikan û 12 kargehan.

Ji wê roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketin bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawiz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navneteweyî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.