Dadgehê ceza da Cevdet Konak: Xelk ji tayînkirina qeyûm ditirse
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha 1emîn a Cezayên Giran a Dêrsimê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak.
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak bi hinceta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin.
Biryar bû sedema nerazîbûnan û piştî biryarê li pêşiya Şaredariya Dêrsimê civîneke çapemeniyê hat sazkirin.
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak anî ziman:
“Ev doz mehên dawî yên sala 2022yan hat vekirin. Ev tişt sala 2013an çêbûne û derbarê beşek ji dozên wê demê hatine vekirin de biryara neşopandinê hatiye dayîn.
Derbarê min û gelek hevalên min de jî biryara neşopandinê hatiye dayîn lê wan ev pêvajo bileztir kir.
Ev 7 meh in em li ser erk in. Di nava 7 mehan de anîn û ji endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza da.
Em dê piştî vê biryarê têkoşîna xwe ya demokratîk bilindtir bikin. Ev biryareke nehiquqî ye. Em dê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”
Serokê Şaredariya Pilûrê yê CHPyê Mustafa Sarigul jî di dozê de bi heman hincetê 6 sal û 3 meh ceza wergirtin.
Di dozê de beşdariya şaredaran a di çend merasîmên cenaze, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên li dijî çêkirina bendavan ên salên borî de wekî tawan hatin dîtin.
Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî got:
“Em serokên şaredariyê ne. Eger rê nebe endezyarek dikare çareser bike.
Eger kanalîzasyon nebe dê personelek çareser bike lê ev gel di rojên xwe yên şîn û şahiyan de dixwazin serokê wan ên şaredariyê bi wan re bin.
Em jî her tim bi vî gelî re bûn. Her kesek ku miribe yan neviyê apê me ye, yan xwarzî û biraziyên me ne, yan kirîv û zarokê cîranekî me ye ku em gelekî jê hez dikin.
Em dizanin ku di vê roja bi êş de serdana wan malbatan erk û karekî me yê sereke ye.
Ew mirovên ku îro vî cezayî didin me ji ber ku wan cenazeyan ranakin jî cezayê didin me.
Em karê xwe dikin. Parastina xwe çima tawan be?”
“Mafê wan hat binpêkirin”
Parêzer jî ji pêvajoya darizandinê ne razî ne û dibêjin biryar neyasayî ye.
Parêzer Kenan Çetîn li ser dozê û biryarê da zanîn:
“Dibe ku ev li vê cografyayê cara yekem be, di rûniştina dawî de gumanbar û parêzeran parastina xwe nekir.
Mafê wan ê parastinê û darizandina dadmendane hat binpêkirin.”
Cezakirina şaredaran tirs di nav xelk û aliyên Dêrsimê de çêkiriye ku qeyûm tayînî şaredariya wan jî were kirin.
Endamê Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kurul anî ziman:
“Şaredariya Dêrsimê dê li ser pêşkêşkirina xizmetên xwe berdewam be.
Em li vê derê ne û em tiştekî ji bilî vê yekê qebûl nakin û rê nadin.”
Cevdet Konak 31ê Adarê bi rêjeya ji sedî 40,2yê dengan li Dêrsimê û Mustafa Sarigul jî bi rêjeya 33,6ê dengên xelkê li navçeya Pilûrê hatin hilbijartin.
Niha xelkê Dêrsimê û Pilûrê bi dilgiranî li bendê ne ka dê piştî cezakirina her du şaredaran, wekî Colemerg, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayînî ser îradeya wan jî were kirin an na?