Salih Mislim: Ji Şehbayê heta Qendîlê her der kirine armanc

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan Salih Mislim PYD Êrîşên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku balafirên şer ên Tirkiyê ji Şehbayê heta Qendîlê gelek cih kirine armanc û got, “Ne diyar e ku faşîzma Tirk a li ber sikratê wê çi bike. Êrîş dike, ziyanê dide. Ev jî ji ber bêhêvîtiya wê ye.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ji ANFê re axivî û got, “Di van êrîşên dawî de ji Şehbayê heta Qendîlê her der kirine armanc.  Firoke li her derê dixine.”

Salih Mislim anî ziman, “Ne diyar e ku faşîzma Tirk a li ber sikratê wê çi bike. Êrîş dike, ziyanê dide. Ev jî ji ber bêhêvîtiya wê ye. Komploya wan a Stenbolê bi ser neketin, ti armanceke ku dixwestin bi dest nexistin. Cîhan dizane Soylu çawa ev komplo çêkiriye.”

Mislim, daxuyaniyên Tirkiyê yên piştî êrîşa li Taksîm a Stenbolê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand û got, “Faşîzma Tirk her tim hemû Kurdan weke dijmin nîşan dide. Bi êrîşên terorîstî dixwaze Kurdistanê vala bike. Bi êrîşan dixwaze wan bi dest bixe. Ev jî beşek ji wê ye.”

Hevserokê PYDê got, “Kurd bajar û gundên xwe vala nakin.” û anî ziman, “Dagirkeriya bejayî dest pê dike, nake em nizanin. Heger dest pê bike, ji bilî parastina xwe ti çareya Kurdan nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst