Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê binpêkariyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve berdewam in û komîteyek lêkolînê li ser kiryarên wan grûpên çekdar dike.
Komîteya Lêkolînê li binpêkariyan û vegerandina mal û milkê xelkê ku bi darê zorê ji wan hatine standin ji çend rojan ve serdana bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê dikin.
Di serdanên xwe de ji bo bajarokê navborî, komîte lêkolînê li binpêkirinên grûpa Siltan Silêman Şah a ser bi Artêşa Niştimanî û Hevpeymaniya opozisyona Sûriyê ye. Ew grûpa girêdayî Tirkiyê bi fermandariya Mihemed el-Casim me, ku bi navê Ebû Emşe tê naskirin û çendîn caran, serokên Îtîlafê û fermandarên Artêşa Niştimanî serdana wî kirine.
Di tomareke dengî ku gihiştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, kesek behsa binpêkirinên Ebû Emşe li nahiyeya Şiyê dike û dibêje ku Ebû Emşe ew navçe kiriye wekî girtîgiha Guwantanamo.
Mistefa Şêxo, çalakvanê ku xelkê Şiyê ye, ji Rûdawê re aşkere dike ku ew kesê ku dengî wî di wê tomarê de hatiye, navê wî Elî Sîno ye û bi xwe xelkê gundê Masaka ye û heta berî çend rojan berevanî di ber Ebû Emşa de dikir.
Komîteya Lêkolînê li binpêkariyan û vegerandina mal û milkê xelkê, di îlona sala 2020 de hatiye damezirandin.
Ew ji nûnerên çend grûpên Artêşa Niştimanî her wekî Siltan Mûrad, Cebhe ŞAmiye, Ceyiş el-Îslam, Fîrqeya Hemze, Ehrar el-Şerqiye û Ceyiş el-Şerqiye pêk tê. Lê çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, tekez dikin ku fermandar û çekdarên van grûpan bi xwe ew in ku dest datînin ser mal û milkê xelkê Efrînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse