Li Koyê çar roj e keçeke 13 salî wenda ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Koyê ya ser bi Hewlêrê keçeke temen 13 salî çar roj e ji mal derketiye û wenda bûye, Rêveberê Polîsê Koye jî dibêje: “Me dest bi lêkolîn û gerê kiriye.”

Îro Şemiyê 20ê Mijdara 2021ê Rêveberê Polîsê Koyê Komîser Elî Ebdulla ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Keçeke 13 salî bi navê Şeyma Mihemed, ji roja 16ê mehê ve ji mal derketiye û heta niha çarenivîsa wê nediyar e, malbata keçikê gilî li ba polîs tomar kiriye û me jî dest bi lêkolîn û gerê kiriye.”

Mihemedê bavê Şeyma derbarê keça xwe de ji medyayê re got: “Roja 16ê Mijdara 2021ê demjimêr 2:35 deqe, Şeyma bo xwendinê ligel keçeke hevala xwe çûye derve, lê heta niha venegeriya ye, me daxwaz kiriye bi rêya kamerayên çavdêriyê bizanin çi hatiye serê keça min.”

Bavê Şeyma daxwazê ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dike ku were ser xetê û keça wî bibînin. Şeyma Mihemed 13 salî ye û xwendekara pola 8 a seretayî ye. Wek bavê wê dibêje: “Demjimêr 12.30 ji dibistanê vegeriya ye û piştre bo xwendinê çûye mala hevaleke xwe û di rê de wenda bûye.”