Sê lîwayên polîsê federalî yê Iraqê li Şingalê hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçova cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Iraqê dest bi şandina hêzên polîsê federalî bo nav bajar û derdora qezaya Şingalê kir.

Çavkaniyek emnî li navenda qezaya Şingalê ji Rûdawê re ragihand, ew hêz ji demjimêr 12.00ê şeva derbasbûyî ta 04.00ê sibehê li nava bajêr û derdorê bicih bûne.

Derbarê hejmara wan hêzên hatine şandin û deverên lê bicih bûne, wî çavkaniyê emnî got, “Ew hêzeke polîsê federalî ne û ji 3 lîwayan pêk tên û her lîwayek ji 2000 polîs pêk tê. Beşeke wan li Xanesor, beşek li devera Heyal û Cîdalê û yên din jî li navenda Şingalê bicih bûn.”

Roja 10.10.2020 hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê deqa rêkeftina derbarê Şingalê de belav kirin û tê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta federalî îdareya pirsa emnî ya bajar dike û divê dawî li hebûna PKK û hemû wan grûpên din ên li Şingalê bê anîn.

Roja 17.11.2020, şandeke hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Qasim Erecî, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê gihîşte Hewlêrê û ji bo diyarkirina rêkarên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê li gel Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bû.

Piştî civînê Qasim Erecî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Rêbr Ehmed tekez kir, “Pêngavên baş ji bo asayîkirina rewşa bajar, vegera koçberan û îdareyeke rasteqîne li wê qezayê (Şingal) hatine avêtin. Jibilî Iraqiyan nabe hebşna ti hêzeke din hebe.”

Sala 2014an ji br êrişa Şingalê zêdetir ji 260 hezar kes ji Şingalê koçber bûn û beşa herî zêde ya wan koçberan jî di nav 16 kampên li parêzgeha Duhokê hatine bichkirin û heta niha tenê nêzikî 20 hezar kes vegeriyane ser warên xwe.

Amerîka, Fransa, Almanya û Netewên Yekgirtî pêşwazî li rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, lê Heşda Şeibî û PKKê li dijî rêkeftinê derketine.

Roja 11.10.2020, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek derbarê rêkeftina Bexda û Hewlêrê ya derbarê Şingalê de belav kir û amaje bi wê kir, pêwîst e rêkeftin bi beşdariya “Rêveberiya Şingalê” be û “berevajî wê be nayê qebûlkirin.”

Dijayetiya PKKê ku hêz û îdareyek bo Şingalê ava kirine, li dijî rêkeftinê di demekê de ye ku li gor wê rêkeftinê divê hemû grûpên çekdar derkevin derveyî Şingalê û dosyeya emnî ya bajar jî bi polîsê federalî tê spartin.