Nêrîna xelkê Amedê derbarê vekişina HDPê ji parlemento û şaredariyan

Amed (Rûdaw) - Îro serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê dicive, û qonaxa bê ya HDPê û vekişandina ji parlementoyê û şaredariyên HDPê gotûbêj dike.

Di vê civînê de, tevî endamên Komîteya Navendî û Encûmena Partiyê, pêkhateyên HDPê jî tê de cih digrin.

 Beşek ji alîgirên HDPê li Başûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku pêwist e di vê qonaxê de, HDPê xwe ji piroseya siyasî ya Tirkiyê vekşîne.

HDP niha li xaçerêyek e, îro di vê civîna wê de rojeva sereke destkêşana parlemento û şaredariyan e.

Tîma Rûdawê  ev herdu pirs ji xelkê kir “Bi ya we divê HDP xwe ji parlemento û şaredariyan vekşîne an na? Bi ya we HDP xwe ji parlemento û şaredariyan vekşîne wê vedengiya wê çêbe?

Welatî Mesut Eren dibêje: “Em dikevin parlamentoyê îcazeyê ji me digrin. Em ji parlamentoyê vekişin baştir e.

Welatî Vedat Yilmaz jî got: “Partiya me HDP ye, ez naxwazim ji parlamentoyş vekişe. Meclîs bê HDP nabe.”

Di bersiva xwe de welatî Ehmed Eker jî got: “Bi min vekişe baştir e, çimkî her em çend serbikevin jî dîsa şaredariyan ji destê me derdixin.Xwe vekişînin dê dengeke mezin bi xwe re bîne.”

Kesekî bi navê Behrî Kahraman jî diyar kir ku tişta AK Partî dixwaze vekişandina HDPê ye.

Sedat Yavûz anî ziman divê HDP ji ber binpêkirina yasa û hiqû ji parlamentoyê vekişe

HDPê di hilbijartinên dawî de 67 parlementerî  û 69 şaredarî bi dest xistibûn. Niha 24 şaredarên HDPê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan şaredaran qeyûm hatine danîn.