Mêrdîn - Keçeke 15 salî ji banê xaniyekî ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê Aysel Koçaka 15 salî ji banê xaniyekî yek qatî ket û mir.

Li gorî nûçeya DHAyê bûyer doh êvarê li gundê Xelîlanê yê navçeya Kerboranê çêbûye.

Li gorî îdiayan, Aysel Koçak hevsengiya xwe ji dest daye û ji ser banê xaniyê yek qatî ketiye û bi giranî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirina malbatê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê Aysel Koçak bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewlên bijîşkan, Aysel Koçak mir.

Timên tenduristiyê ji bo otopsiyê cenazeyê Koçakê bir morgê.

Her wiha hat ragihandin ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.