165 şervanên Xweparastinê dê li eniyan bên bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, 165 şervanên Hêzên Xweparastinê dê piştî perwerdeyê li eniyên şer bên bicihkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, dewreyên perwerdeya şervanan berdewam dikin ku ji aliyê Hêzên Xweparastinê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tên dayîn.

Herî dawî 165 şervan 60 rojî beşdarî perwerdeya leşkerî û siyasî bûn û wan dewreya xwe bi awayekî serkeftî temam kir.

Hêzên Erkê Xweparastinê ji bo wan şervanan merasîmek li dar xist.

Fermandarê Hêzên Xweparastinê yê Kantona Firatê Feysel Qolo di merasîmê de axivî û hewldanên şervanan pîroz kirin.

"Erkê we parastina vê axê ye"

Feysel Qolo bangî şervanan kir  û got:

“Erkê we ew e ku hûn vê xakê ji êrişan biparêzin û destkeftiyên ku şêniyên herêmê bi dest xistine biparêzin.

Her wiha planên têkbirina îradeya gelan jî têk bibin."

Ew şervan dê li gorî pêwîstiyan li eniyên Rojavayê Kurdistanê bêne bicihkirin.