Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê paqijiya daristanan hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bedlîs, Mûş, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya çalakiya “Ji bo daristanan em destê xwe didin hev” paqijiya daristanan hat kirin.
Di kordîneya Wezareta Werziş û Ciwanan a Tirkiyeyê de û bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê bi armanca zêdekirina hişyariya ciwanan a ji bo jîngehê li Wanê çalakiya paqijiya daristanê hat kirin.
Nêzîkî 500 ciwanî bi awayî dildar beşdarî çalakiyê bûn û madeyên wekî kîsikê plastîk, kaxiz û cam kom kirin.
Tîmên pêwendîdar bermayiyên hatine komkirin birin zibilxaneya bajêr.
"Divê hemû kes li jîngehê xwedî derkeve"
Midûrê Birêvebiriya Werziş û Ciwanan a Bajar Yalçin Ozdemîr jî beşdarî çalakiyê bû û got:
“Hejmara beşdarbûna ciwanan baş e. Em dixwazin hişmediyekê ji bo daristanan ava bikin.
Me jî li gel ciwanan paqijî kir û divê hemû kes li jîngehê xwedî derkeve.”
Her wiha li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs û Mûşê jî bi heman awayî paqijî hat kirin.