Dayikeke Qamişloyî: Ciwanên Şoreşger keça min a 14 salî bir
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke 14 salî “ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.”
Keça bi navê Salîn Xelîl a 14 salî wekî ku mlabata wê îdia dike ji aliyê ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.
Buşra Mihemed dayika Salîn Xelîlê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku wan xwe gihandine hemû saziyên Rêveberiya Xweser lê ti alî ji wan re nebûne alîkar.
Buşra Mihemed ji Rûdawê re got, “Ciwanên şoreşger keça min Salîn Xelîl a 14 salî ji bo leşkeriyê birine. Ez ji Fermandariya HSDyê û Rêveberiya Xweser daxwaz dikim ku keça min vegerînin.”
Buşra Mihemed da zanîn ku 7ê Çiriya Pêşîn komeke ciwanên şoreşger keça wê ya yekane Salîn Xelîl birine û pê de çû:
“Me xwe gihand hemû saziyên li Rêveberiya Xweser lê ti alî bi me re nebûn alîkar. Ez ji Fermandariya HSDyê û Rêveberiya Xweser daxwaz dikim ku keça min li min vegerînin.”