Îro rêya dusayd a Roviya-Gopal tê vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, rêya dusayd ya di navbera Roviya û Gopal de li sînorê parêzgeha Duhokê tê vekirin, ku di sala 2018an de, serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehîn vê projeyê danîbû.
Rêya Roviya û Gopal bi dirêjahiya 33 kîlometran e û ji bo cîbicîkirina projeyê 80 milyon dolar hatiye xerckirin.
Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehîn ê wê projeyê danîbû, ku gelek bûyerên trafîkê li ser wê rêyê çê dibûn û gelek kesan canê xwe di wan bûyeran de canê xwe ji dest didan, her ji ber wê yekê ew rê weke “rêya mirinê” dihat naskirin.
Projeya çêkirina rêya dusayd a Roviya û Gopal, projeyeke stratejîk e ku parêzgeha Hewlêr û Duhokê bi hev ve girê dide û bi vekirina rêya nû, dê dema çûn û hatina di navbera Hewlêr û Duhokê de 20 xûlekan kêmtir be.
Xazî Kakik, Rêveberê Projeyê ji kompaniya Hemn Group ji Rûdawê re ragihand, “me di Gulana 2019an de dest bi projeyê kir û meha 10 a 2021an dema herî dawî ya temamkirina projeyê bû, lê belênderan amûrên xwe zêde kirin û ji ber vê jî proje zûtir hat temamkirin.”
Rêveberê Projeya Roviya-Gopal, Kameran Ebdullah jî ji Rûdawê re diyar kir, “bi temambûna vê rêyê, tevî ku dema navbera Hewlêr û Duhokê tê kêmkirin, pêngaveke din e ber bi arasteya kêmkirina metirsiyên wê rêyê bo ser jiyana welatiyan.”