Cemîl Bayik: Hinek welat durûtiyê dikin û dixwazin Kurdan bixapînin

Hewlêrê (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku berdêl çi dibin bila bibin, çiqasî bi êş dibin bila bibin, lê di dawiyê de wê serkeftinê bi xwe re bînin.  Bayik herwiha dibêje hinek durûtî dikin û dixwazin bi vê rêkê Kurdan bixapînin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî û ragihand ku hikûmeta Tirkiyê bi hemû derfetên xwe êrîşî destkeftên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê dike û dixwaze li wê navçeyê Kurd nemînin û bi vî awayî jî Sûriyeyekî bi dilê xwe ava bike û grûpên çekdar ên ku navê Artêşa Niştimanî jî lê kirine, li wir bicîh bike.

Derbarê rêkeftinên Amerîka û Rûsyayê yên bi Tirkiyê re de jî Cemîl Bayik ragihand ku Amerîka û Rûsya Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên li navçeyê dikin qurban û got, Kurdan li şûna tevahiya cîhanê şerê DAIŞê kiriye û tevahiya welatên cîhanê jî deyndarê Kurdan in, lê li şûna ku deynên xwe bidin, alîkariya DAIŞê û Erdogan dikin da ku tola xwe ji Kurdan bistînin.

Cemîl Bayik derbarê peywendiyên HSDê û Amerîkayê de jî diyar kir ku, Amerîkayê ti caran têkiliyekî siyasî bi HSDê re çênekiriye û tenê peywendiyeke leşkerî bûye û got, Amerîkayê tenê xwestiye ciwanên Kurdan ji bo armancên xwe bide şerkirin û sûdê jê bibîne, lewma jî ti caran Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê qebûl nekiriye.

Bayik diyar kir ku berpirsên Tirkiye, Rûsya û Îranê li Enqerê civiyan û ragihandin ku ew Xweseriya Demokratîk qebûl nakin û piştre jî Tirkiye û Amerîkayê dest bi avakirina navçeya aram kirine da ku li ser herdu sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê Kurd nemînin.

Di derbarê helwesta civaka navdewletî ya li hemberî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de jî Cemîl Bayik got, hinek welatan gotiye ku ew dê cezayan bi ser Tirkiyê de bisepînin, lê ev durûtî ye û dixwazin bi vê rêkê Kurdan bixapînin.

Hevserokê KCKê helwesta aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên Tirkiyê jî girîng nirxand û got, ew rêzê li wan biryarên parlemenê digre ku helwesteke netewî bûye.