Tevgera Goranê bo wergirtina hinek biryaran îro dicive
Silêmanî (Rûdaw) - Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê dicive û di civînê de dê guftûgoyê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Herwiha pirsa amadekiriyên hilbijartin û konferansên navxweyî yên Tevgerê jî mijara guftûgoyan e.
Îro şemê (20-10-2018) li navenda sereke ya Tevgera Goranê li Girê Zergete yê Silêmaniyê, Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê dicive û dê di derbarê rasparteyên civata giştî de biryar were dayîn, ku roja 16ê Cotmeha 2018a kom bûbû û hejmarek rasparte bo Civata Nîştimanî hatibûn pêşkeşkirin.
Sekreterê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê Cemal Hacî Mihemmed bo medyaya Goranê got: “Dê di civînê de di derbarê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de guftûgo werin kirin. Herwiha dê di derbarê pirsa hilbijartinên navxweyî yên Tevgera Goranê û pêkanîna lîjneyên amadekariyê bo birêvebirina konferansan de biryar werin dayîn.”
Li gor gotina Sekreterê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê mijareke din a civînê jî guftûgokirina di derbarê proseya siyasî û bi taybetî pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.