Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Bi çekên amerîkî êrîşê pêşmerge dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, ku hêzên iraqî û di nav wan de jî Heşda Şeibî, li Pirdê êrîş dikin ser pêşmerge.


Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li devera Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de hêzên Iraqî û bi taybetî jî Heşda Şeibî bi piştgiriya Îranê êrîşan tînin ser hêzên pêşmerge.


Di daxuyaniyê de Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê radigihîne, ku êrîşa ser pêşmerge bi çekên amerîkî pêk tê.