Karwan Adil Kemerxan bangî Kerkûkiyan kir: ‘Tika ye vegerin bajêr’

Hewlêr (Rûdaw) –  Karwan Adil Kemerxan bangî Kurdên ji Kerkûkê derketine kir û ji wan xwest vegerin Kerkûkê da ku wekî Kerkûkî bên tomarkirin.

Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Herêmên Kurdistanî ya Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Karwan Adil Kemerxan diyar kir ku piştî 16yê Çiriya Pêşîn a 2017an 300 hezar Kurd ji Kerkûkê derketine.

Karwan Adil Kemerxan ji Rûdawê re axivî û bangî Kurdên ji Kerkûkê derketine kir û wiha got:

“Ez ji Kurdên Kerkûkê dixwazim yên ku ji ber her çi sebebekê be aniha li Kerkûkê najîn. Heta 5ê meha paşiya me vegerin Kerkûkê.

Ev yekem serjimeriye Îraqê ye û dê li Kerkûkê jî ev serjimêrî were kirin.

Îhtîmaleke mezin dê sîstem were girtin û ew kesên tevlî pêvajoyê nebin dê wekî Kerkûkî neyên hesibandin."

Biryar e roja 20. 11. 2024an serjimarî li Îraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Bi taybetî 6 têbiniyên Herêma Kurdistanê li ser serjimariya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê hene.

Karwan Adil Kemerxan diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo dîtina zanyariyan xwestiye navendeke amarên serjimariyê li Hewlêrê jî were danîn

Li gorî gotina Karwan Adil Kemerxan 300 hezar Ereb û Tirkmen li herêmên Kurdan hatine bicihkirin

Karwan Adil Kemerxan amaje bi wê yekê jî kir ku piştî 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an 300 hezar Kurd ji Kerkûkê derketine.

“Divê karmendên serjimêriyê Kurd, Ereb û Tirkmen bin”

Li gorî Karwan Adil Kemerxan, têbînîyeke din a Herêma Kurdistanê jî ew e ku karmendên dê li Kerkûkê  serjimêriyê bikin divê Kurd, Ereb û Tirkmen bin.

Karwan Adil Kemerxan amaje bi wê yekê kir ku di serjimêriya 1957ê de gelek malên Kurd ên Kerkûkê wekî Tirk hatine tomarkirin.

Karwan Adil Kemerxan diyar kir ku piştî êrişên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an tenê li Kerkûkê 10 taxên nû ji bo Ereban hatine avakirin.

“Bi sed hezaran Ereb hatine Kerkûkê”

Karwan Adil Kemerxan da zanîn ku bi navê kar û hincetên din bi sed hezaran Ereb hatine Kerkûkê.

Ji 2009ê ve hikûmeta Îraqê plana serjimêriya giştî kiriye lê gelek faktor rê nadin ku serjimêrî were kirin.

Herî dawîn serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê 1987ê de hatibû kirin.

Li gorî pêşbîniya Wezareta Plandanînê ya Îraqê dê hejmara xelkî Îraqê bigihe 51 milyon û 211 hezar û 700 kesan.