Li Amedê mamosteyek kuştî hat dîtin: Li kêleka rê bû!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermûgê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamosteyek kuştî hat dîtin.

Li nêzîkî taxa Agaçhanê ya navçeya Çermûgê ya Amedê termê mamosteyê bi nave Ozgur Ekîncî li kêlaka rê hat dîtin.

Li gorî zanyariyan bi demançeyê guleyek li serê Ekîncî hatiye xistin û kuştin.

Hat îdiakirin ku mamosteyê felsefeyê Ozgur Ekîncî ji R.A pere deyn kirine.

Piştî ku deyn nehat dayîn di navbera wan de nîqaş derketiye.

Hat îdiakirin ku piştî niqaşê R.A bi demançeyê ew kuştiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termê mamoste ji bo karûbarên otopsiyê bir Saziya Tiba Dadî ya Amedê.

Hêzên ewlehiyê yên li R.Ayê gumanbar digerin.

Cenazeyê Ozgur Ekîncî ji nexweşxaneyê hate wergirtin û li goristana Çermûgê hat veşartin.

Li navenda bajarê Amedê ji bo endamê şaxa Amedê ya Egîtîm-Senê şîn hat danîn.

Ozgur Ekîncî li Dibistana Bahçeciyê ya Anadoluyê ya amadehiyê mamosteyê felsefeyê bû.