Li Mehabadê qezaya trafîkê: 5 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li serê rêya Urmiye û Mehabadê ji ber qezayeke trafîkê 5 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li ser rêya Urmiye û Mehabadê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Serokê Nexweşxaneya Urmiyeyê Ferzîn Rezazade diyar kir ku 5 rêwiyên otomobîlê mirine û 3 kesên din ên di otomobîlê jî de birîndar bûne.

Li gorî gotina Ferzîn Rezazade birîndar sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û rewşa 2 birîndaran ne baş e.

Li gorî gotina Berpirsê Polîsê Rê û Pirên Urmiyeyê Reza Penahî qezayê ji ber xeletiya şofêrê barhilgir rû daye.

Ji ber xeletiyên şofêran, rêyên xirabe, otomobîlên kevn ku dibin sedema qezeyan her sal li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes dimirin û birîndar dibin.