Amedspor mazûvaniya Bolusporê dike: ‘Em ji serkeftinê re amade ne‘

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Amedspor, piştî 4 hefteyan dê li mala xwe Bolusporê bike mêvan.

Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal, ji bo ku di maçê de bi ser bikevin, hemû futbolîstên xwe yek bi yek dide xebitandin.

Futbolîstên ku vê dawiyê transfer bûne jî di rahênanê de cihê xwe girt.

Ji ber xirabûna zemîna stadyûma Amedsporê, tîma kesk û sor nedikarî li mala xwe mazûvaniya rikeberên xwe bike.

Amedsporê ji ber vê yekê her carê di stadyûma tîmeke din de dilîst.

Ew dê roja şemiyê saet 19:00an li mala xwe, li ber alîgirên xwe têbikoşin. Tenê armanceke wan heye ew jî bidestxistina 3 pûanan e.

“Em dê bibin rêza yekem”

Berpirsê Ragihandinê yê Amedsporê Bekir Guneş li ser amadehiyên Amedsporê got:

“Em amade ne. Em ji hemû maçan re amade ne. Vê hefteyê em dê di stadyûma xwe de bilîzin. Futbolîstên me amade ne.

Em jî, rêveber jî rind amade ne. Em dê vê hefteyê bi ser bikevin. Înşalah heta 2-3 hefteyan jî em dê bi serkeftinên xwe, bikevin rêza yekem.”

Amedspor heta niha di lîgê de 5 maç lîstîne, carekê têk çûye, 2 caran wekhev maye û di van 2 hefteyên dawiyê de jî bi ser ketiye.

Ji ber vê yekê moralê rêveberan baş e.

“Dê stada me tijî bibe”

Rêveberê Amedsporê Ehmed Ulmez jî ji tîmê bi bawer e û anî ziman:

“Em bi her awayî ji vê pêşbirkê re amade ne. Me hemû kêmasiyên xwe temam kirin.

Niha tenê 2 futbolîstên me seqet in. Ugur Adem Gezer û Erkan Sasa destûr standibûn û bi qeweta Xwedê em dê li ber 33 hezar alîgiran di vê pêşbirkê de bi ser bikevin.”

Li aliyê din, Rêveberê Amedsporê Cengîz Bayram jî eşkere kir ku dê stad bi jin û zarokan tijî bibe.

Amedspor, di dîroka xwe de cara yekem e derbasî lîga 1emîn a Tirkiyeyê bûye.

Amedspor bi 8 pûanan di rêza 5an de cih digire.

Rikeberê wê yê vê hefteyê Boluspor jî bi 5 pûanan di rêza 17an de cih digire.