Li Geverê balafir ji pîstê derket

Colemêrg (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê balafireke rêwiyan ji pîstê derket.

Balafira bi hejmara VF4316an a ku Enqereyê çûye Geverê dema danînê ji pîstê derket.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya rêwiyan baş e.

Hat zanîn ku balafir saet 11:30î ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê rabûye û li Balafirgeha Selahattîn Eyubiyê ya Geverê daniye.

Lê dema danînê ji pîstê derketiye.

Ji bo balafir li pîstê bê vegerandin û rêwî jê werin derxistin xebat didomin. 

Hat zanîn ku balafir a şirketa AJetê ye.

“Mirî û birîndar nînin”

Serokê Şaredariya Bajêrgeyê Dirbaz Buyusuyê ku di nav rêwiyên balafirê de bû li ser bûyerê got:

“Spas ji Xwedê re mirî û birîndar nînin. Xweda me ji ya xerabtir biparêze.”