Enwer Yilmaz: Tê texmînkirin ku Zazakî heta 50 salên din nemîne
Amed (Rûdaw) - Enwer Yilmaz got, “Li gorî rapora UNESCOyê tê texmînkirin ku Zazakî, heta 50 salên din nemîne, belkî winda bibe û bimire jî.”
Xwediyê Malpera Zazakî Newsê Enwer Yilmaz beşdarî Podcasta "Bi Dema Amedê" bû ku Birêveberê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak pêşkêş dike.
Enwer Yilmaz, di vê podcastê de derbarê Kurdên Kirmanc (Zaza) agahiyên gelekî balkêş dan.
Yilmaz, bi bîr xist ku hejmara Kirmancan di navbera 5-7 milyon kesan de ye lê li gorî rapora UNESCOyê Kirmanckî (Zazakî) li ber mirinê ye.
“Zaza navên cuda jî li xwe dikin”
Enwer Yilmaz bi bîr anî ku Kurdên Kirmanc li gorî herêman navên cuda li xwe dikin û got:
“Em dibêjin Zazakî lê li her herêmê bi awayekî din tê binavkirin.
Zazayên me navên cuda jî li xwe dikin. Hinek dibêjin Dimilî, Zazayên me yên Elewî (Qizilbaş) dibêjin Kirmanckî, li aliyê Xarpêt û Çewlîgê bi giranî dibêjin Kirdkî.
Lê di demên dawiyê de êdî ev peyva Zazakî rûniştiye. Xwe wekî Zaza û zimanê xwe jî wekî Zazakî bi nav dikin.”
“Zazakî li ber mirinê ye”
Enwer Yilmaz bal kişand ser metirsiyên li ser Kirmanckiyê û wiha berdewam kir:
“Li gorî rapora UNESCOyê, nêzîkî 20 ziman û lehceyî hene ku hemû li ber mirinê ne.
Zazakî jî niha yek ji wan lehceyan e ku li ber mirinê ye, roj bi roj dihele.
Li gorî rapora UNESCOyê tê texmînkirin ku ev zaravayê Kurdî, Zazakî, heta 50 salên din nemîne, belkî winda bibe û bimire jî.”
“Bêdewletbûn sedema sereke ye”
Xwediyê Malpera Zazakî Newsê li ser sedemên kêmbûna Kirmanckiyê jî ev agahî dan:
“Gelek sedemên vê yekê hene. Sedema yekem ew e ku Kurd ne dewlet in û saziyên wan tunin.
Stratejiyeke wan a parastina ziman tune. Ev hişmendî jî êdî tune.
Berê di nava siyasetê de, di nava civaka Kurd de ev hişmendî hebû û axaftina bi Kurdî hebû lê niha axaftin jî pir kêm bûye.
“Ciwan û zarok bi Zazakî naaxivin”
Li gorî statîstîkên dawiyê ji sedî 15ê Zazayan bi zaraveyê xwe diaxivin.
Nifşê nû jî di nav vê rêjeyê de tune. Yên berê diaxivin. Yanî zarok êdî bi zimanê xwe naaxivin.
Piranî yên ji 20 salî berjortir diaxivin. Ên heta 19 salî hema hema qet naaxivin.
Ji ber ku Zazakî û Kurmancî yanî Kurdî di nava perwerdeyê de cih nagire, di bin xetereyeke mezin de ye.
Polîtîkaya asîmîlasyonê li ser her du zaravayan jî dimeşe.”
“Gelek Zaza koçber bûn”
Enwer Yilmaz amaje pê kir ku gelek Kirmanc jî Bakurê Kurdistanê koç dikin û li ser hejmara Kurdên Kirmanc ev agahî dan:
“Li gorî texmînan 5-7 milyon Zaza hene lê ev hemû li Bakurê Kurdistanê najîn.
Piştî salên 90î çi Kurmanc û çi Zaza, gelek ji wan koçberî bajarên Tirkiyeyê bûne. Bi rastî gelek Zaza koçber bûn.
Gelek Zaza li Ewropayê belav bûne. Çûne Diyasporayê. Mesela ji aliyê Dêrsimê hema hema ji her malbatekê li Ewropayê hene.
“Dêrsim navendeke pir girîng e”
Dêrsim navendeke pir girîng e. Kurdên Zaza yên Elewî ji du aliyan ve tade û zordestî dîtine.
Hem ji aliyê nasnameya xwe ya neteweyî ve û hem jî di aliyê baweriya xwe ya olî ve.
“Çewlîg navendeke mezin e”
Çewlîg wekî navendeke mezin tê qebûlkirin lê Diyarbekir ji ber ku bajarekî mezin e û nêzî 2 milyonan nifûsa wê heye, navçeyên Diyarbekirê yên wekî Hênê, Pîran, qismekî Licê û Çêrmûgê bi piranî bi Zazakî diaxivin.
“Biçûk bi Zazakî naaxivin, ev xetereyeke mezin e”
Ji ber ku ev li ser xeta Çewlîgê ne, ev hemû bi Zazakî diaxivin lê Zazakî niha herî zêde li Çewlîgê tê axaftin.
Rojane tê axaftin. Li çayxaneyên Çewlîgê hûn dibînin ku gel di nava xwe de bi Zazakî diaxive.
Lê mixabin dîsa biçûk bi Zazakî naaxivin. Piranî navsere û pîr û kal bi Zazakî diaxivin.
Yên ku temenê wan di navbera 20î û jê jortir e bi Zazakî diaxivin.
“Li cihên ku dewlet heye Tirkî zêdetir e”
Li cihên ku dewlet û burokrasî heye, Tirkî zêdetir e. Li Pîranê jî li Hênê jî li Dara Hênê jî axaftina kuçe û kolanan bi Zazakî ye.
Lê mixabin zarokên li wan deran jî bi Zazakî naaxivin. Ev yek xetereyeke mezin e.
“Berê hemû zazayan bi Kurmancî dizanibû”
Beriya bi 25 salan jî piraniya Zazayên li Diyarbekirê bi Kurmancî dizanibû.
Di nava xwe de bi Zazakî diaxivîn lê hemûyan bi Kurmancî jî dizanibû çimkî beriya niha bi 25-30 salî navenda Amedê bi taybetî li nava Sûrê danûstandin bi Kurmancî bû.
Nexasim jî li Çarşiya Şewitî lê mixabin ev rewş jî nema.”
“Bi Zazakî dizanin lê ji ber ku nizanin binivîsin zimanekî din tercîh dikin”
Yilmaz bal kişand ser vê yekê ku Kirmancî ne tenê di jiyana rojane de lê di zimanê nivîsê û medyaya dîjîtal de jî gelekî kêm tê bikaranîn û wiha got:
“Dema em berê xwe didin medyaya dijîtal em dibînin ku hemû kes vê qadê bi kar tîne.
Zaza jî bi kar tînin lê Zazakî di nivîsê jî gelekî kêm e.
Dema dinivisin bi Tirkî dinivisînin lê dema ku vîdeoyeke bi Zazakî tê parvekirin em dibînin ku gelek kes lê temaşe dikin.
Ev yek hêviya mirov xurt dike. Wekî mînak nimûne straneke Mehmet Atli milyonek carê tê temaşekirin. Mikaîl Aslan wisa. Metîn û Kemal dîsa wisa.
“Xelk hê jî bi Zazakî dizane”
Dema tu vîdeoyan, dîmenan bi Zazakî parve dikî bi sed hezaran kes jî temaşe dikin.
Ev tê wê wateyê ku xelk hê jî bi Zazakî dizane û ji Zazakiyê hez dike.
Lê ji ber nebûna perwerdeyê, ji ber ku tîpên xwe nas nakin, rastnivîsê nizanin, bi zimanekî din dinivisînin. Ev jî rastiyek e.”